Desteya Berevaniyê ya Efrînê: Rûsya ji me xwast em Efrînê radestî rêjîmê bikin
Serokê Desteya Berevaniyê ya Efrînê ji K24ê re aşkere kir, Rûsya daxwaz ji wan kiriye, heger bajarê Efrînê radestî rêjîma Sûriyê bikin, ewê topbarana Tirkiyê ya li ser Efrînê rawestînin.
Behcet Yehya got jî, wan pêşniyaza Rûsyayê red kiriye û wan ji pênc salan ve rêjîma Sûriyê ji Efrînê derxistine û ew bixwe parastina xwe dikin.
Demek e artêşa Tirkiyê bi awayekî rojane gundên Efrîn û Şehbayê topbaran dike û ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê amadekariya destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê dike.
Rudaw
