Polîtburoya YNKê girêdana xwe ya bi referandomê teqez kir
Li gor daxuyaniya polîtburoya YNKê di malpera fermî ya YNKê de hatiye belav kirin, amaje bi vê yekê tê kirin ku îro 13.07.2017ê bi serpereştiya cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî civîna asayî ya polîtburoya YNKê li Silêmaniyê pêkhat.
Li gor daxuyaniyê di wê civînê de rewşa Kurdistanê û Iraqê û serkeftinên li hember DAIŞê û pêşhateyên din ên navçeyê hatiye gotûbêj kirin û biryar li ser wan du xalan hatiye dayîn ku wiha ye:
Yekem: YNK girêdayî referandomê ye, li gor naveroka civîna dawiyê ya encûmena rêveberiyê li ser vê mijarê pêdaçûn dike ku parlamento jî bê aktîf kirin û yasa ango zagona referandomê jî bê derxistin.
Duyem: Şandek hate pêkanîn bi armanca serdana şanda YNKê ya dewletên herêmê û bi armanca gotûbêjên derbarê referandom û rewşa aborî û pirsgirêkên ava zê û rubaran û hin projeyên bazirganiyê û aborî ku biryar bû li sînorê parêzgeha Helebçe bên pêkanîn û di wan derbaran de gotûbêjên hatine kirin agahdar bike û ew şand dê serdana PDKê û Tevgera Gorran bike.
basnews
