• Saturday, 21 February 2026
logo

Balyozê Tirkiyê li Iraqê: Baştire ku Kurd di çarçoveya Iraqê de bimînin

Balyozê Tirkiyê li Iraqê: Baştire ku Kurd di çarçoveya Iraqê de bimînin
Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Fatih Yildiz ragihand, baştir e ku Herêma Kurdistanê di nava sînorê Iraqê de bimîne û hewla cudabûnê nede.

Fatih Yildiz îro pêncşembî 13ê Tîrmeha 2017ê li Bexdayê daxuyaniyek da Rûdawê û li ser referanduma Başûrê Kurdistanê axivî

Yildiz ragihand: “Baştire ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de bimîne.”

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê herwiha got, dîdarên wan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in.

Fatih Yildiz herwiha li ser pirsyareke derbarê nakokiyên Enqerê û Bexdayê derbarê hebûna binkeya leşkerî ya Tirkiyê li Başîkê û li nav xaka Iraqê de diyar kir, ku ew bi Bexdayê li ser hebûna hêzên wî welatî li Başîkê rêkevtine.

Yildiz got: “Li ser asteke bilind em bi Iraqê re rêkevtine ku hêzên me li Başîkê bimînin.”

Derbarê dema vekişandina hêzên xwe ji Başîkê de jî, Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê diyar kir: “Piştî şerê DAIŞê, em dê derbarê vegera hêzên me ji Başîkê de li gel Iraqê gotûbêjan bikin.”

Rudaw
Top