Amerîka huşdarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê
Di daxuyaniya li ser malpera Balyozxaneyê wiha hatibûn belav kirin: "Hemwelatiyên Amerîkayê, di 15ê Temuzê û rojên berî de, çalakiyên mezin wekê xwepêşandan û civîn li giştiyê welêt bo salvegera derbeya leşkerî dê bên lidarxistin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tirkiyeyê bangî hemwelatiyên Amerîkayê yên kesên serdana Tirkiyeyê bikin û yên li Tirkiyeyê dijîn ku ji wan deran dûr bisekinin, dike."
Ji aliyê din ve Balyozxaneyê bangî hemwelatiyên xwe kir ku nûçeyên herêmî bişopînin û hişyariya çalakiyên aştiyane jî dibe ku rîska tundiyê hebin.
Basnews
