Şam: Tirkiye ji ber projeya Federaliya Kurdî êrişî Efrînê dike
Gefên vê dawiyê yên Tirkiyê bo ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, giringiya stratîjîk a vê deverê derdixe. Niha li seranserê Sûriyê û li welatên derdorê giringiya Efrînê di aloziyên Sûriyê de bûye mijareke rojevê.
Li nav paytexta Sûriyê jî, Efrîn cihê xwe di nav daxuyaniya berpirsan de girtiye, û berpirsekî Partiya Beis dibêje, Erdogan hewl dide, projeya federaliya Kurdî li bakurê Sûriyê ji nav bibe, ku Amerîka bi xwe jî piştevaniya projeya federaliya Kurdî dike.
Serkirdeyê Beis li Şamê Efîf Dele di vê bareyê de dibêje: “Ez bawer dikim îro careke din Erdogan hewl dide pêgeha xwe ya siyasî xurt bike, dema ku derbasî nav Sûriyê dibe, û hewl dide projea federaliya Kurdî ji nav bibe, ku Amerîka jî piştevaniya vê projeyê dike, û bi rastî ew nahêle ku hêzên bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk zêdetir pêşve biçin li aliyê bakur, ji ber vê yekê ew dixwaze hêzên xwe bişîne nav Efrînê, daku hêza xwe li bakurê Sûriyê biparêze.”
Parlamenterekî Sûriyê jî dibêje, derbasbûna hêzên Tirkiyê bo nav her devereke Sûriyê binpêkirin û dijminkarî ye, û divê hikûmeta Sûriyê bersivê bide, ji ber ku nabe Tirkiyê serweriya Sûriyê binpê bike.
Parlamenterê Sûrî Macid Helîme radigihîne: “Bê guman derbasbûna hêzên Tirkiyê bo nav her devereke Sûriyê, binpêkirin û dijminkariyeke qirêj e, ji ber vê yekê mafê hikûmeta Sûriyê heye, ku bi her gavekê rabe daku bersiva vê êrîşê bide û bi her awayekî li hember derkeve, û nehêle Tirkiyê armancên xwe pêk bîne.”
Akademîsiyen û lêkolînvanekî nêzîkî serokatiya Sûriyê jî daxwazê dike, ku hêzên Kurdî devera di bin destê xwe careke din bidin destê hikûmeta Sûriyê û vê yekê bi çareseriya herî baş bi nav dike, û dibêje Tirkiye ji pêşveçûna hêzên Kurdî ditirse û naxwaze herêmek an dewleteke Kurdî li ser sînorê wê ava bibe.
Besam Ebû Ebdullah nêîrna xwe ya derbarê vê mijarê de wiha tîne ziman:
“Çareseriya herî baş ewe ku milîsên Kurdî, vê deverê bidin destê hikûmet û dewleta Sûriyê, ji ber ku Tirkiye dibîne ku pêşveçûna hêzên Kurdî metirsiyeke mezin li ser ewlehiya wê ye, ku projeyek heye bo avakirina dewletek an herêmekê li bakurê Sûriyê, Tirkiy jî qebûl nake, berdewamiya têkiliya hindek aliyên Kurdî yên cudaxwaz bi Amerîkayê re dê metirsiyê li ser van deveran çê bike.”
Rudaw
