Barzanî li Perlemantoyê Ewropayê: Referandûm ji bo serxwebûnê ye
Mes’ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe a duh a Perlemantoyê Ewropayê de bas li Referandûma serxwebûna Kurdistanê û şerê dijî DAIŞê û qonaxa piştî şerî kir serok Barzanî got: Bi dirêjtîya dîrokê hemû hikumetên Îraqê dijatîya gelê kurdistanê kirîye û niha jî pabendî Distûrî nînin û nabin jî lew ger nikarîn bi hevra bijîn bila hevsûyên baş bîn û êdî gelê Kurdistanê dê biryara xwe bide û pêdivîye rêz li biryara wan bê girtin.
Barzanî da zanîn: Herêma Kurdistanê ji pêş hemû cîhanê ve şerê dijî terorê kir û bi sedan hizar aware hewandin û niha jî welatê pêkve jiyana hemû Ol û Neteweyane û gelê Kurd dixwaze bi serxwebûnê şaşîya di gel wan hatîye kirin rastvebiken û êdî biryara serxwebûnê bi tenê di dest wan daye û nabe xwe li hêvîya Perlemantoyê Îraqê bigrîn qanûnekê ji bo serxwebûna Herêmê derbêxin ji berku niha jî heman ferhenga kuştin û jinavbirina Kurdan li Îraqê tê peyrew kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: Serxwebûn dê gelek kêşeyan çare bike û bibe sedemê arambûna deverê lew ji welatên Ewropayê xwast piştevanên Referandûmê bin û çavdêran bihinêrin ji berku biryara serxwebûnê geleka qanûnî û rewaye dupatkir jî ew li hêvîya piştevanîya hemû welatên demokratin lê ger ew piştevan nebin bila dijayetiyê jî neken jiberku dijayetîkirina pirseka demokratî li dijî hemû prensîpên demokrasî û mirovayetî û aştiyaneye.
Derbareyî şerê DAIŞê jî Barzanî got: Bi şanazî ve Pêşmergey hemû cîhana azad parast û 15 hizar teroristên DAIŞê li ser destê Pêşmergey hatin kuştin û ta DAIŞ mabe gelê kurd amadeye şerî li dijî wan bike hoşdarî jî da ger egerên serhildana DAIŞê nehên jinavbirin dê rewşeka xraptir bihêt pêş.
Waar.tv
