• Saturday, 21 February 2026
logo

Xurmatû…Heşdî şeibî Pêşmergeyek revand!

Xurmatû…Heşdî şeibî Pêşmergeyek revand!
Berpirsê ragehandina qaymeqamiya qeza Xurmatû ragehand, ku çekdarên milîs ên Tirkmenên ser bi heşdî şeibî Pêşmergeyek revandin e.

Berpirsê ragehandina qaymeqamiya qeza Xurmatû Mihemed Fayîq ji BasNewsê re ragehand, îro 13.07.2017ê çekdarên heşdî şeibî 10 ciwan û pîremêreke bajar revandin e.

Mihemed Fayîq ragehand, yek ji wan ciwanên ku çekdarên heşdî şeibî li taxa Tîn a bajarê Xurmatû revandiye Pêşmerge ye.

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, ku car car çekdarên heşdî şeibî bê ku guh bidin rêveberiya bajar hemwelatiyan digrin û direvînin.

Basnews
Top