Nivîskarekî dijî serxwebûna Kurdistanê: Ez bi karkirina li gel Seddam serbilind im!
Nivîskarê rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî ku rûniştvanê bajarê Silêmaniyê ye û helwêstê wî yê derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de wek helwêstê Îranê û eniya dijî Kurd li Iraqê ye, daxuyaniyek li ser wêneyê xwe û serokê rejîma Beis Seddam Husên belav kir.
Elî Kerîmî di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir: ‘’Seddam digo kurd li başûr nikare rêveberiya xwe bike, naha ez jî geheştime wê baweriya Seddam ku rast kerem kiriye.’’
Elî Kerîmî bi serbilindî behsa wê dîrokê dike ku li gel Seddam Husên kar kiriye û radigehîne, kurdên başûr bi awayeke baş danûstandin li gel serokê rejîma Beis tevnegeriyan, eger na Seddam dil req nebû.’’
Basnews
