Rêveberek Tevgera Gorran dest ji partiya xwe berda!
Çavkaniyek bilind a di nav Tevgera Gorran ji BasNewsê re ragehand, ji dema ku Kawa Mihemed ji erkê serokê fraksiyona partiyê li parlamentoya Iraqê hatiye dûrxistin û şûnde, pir dûrketiye.
Heman çavkaniyê ragehand, Kawa Mihemed bi sedema ku ji biryara dûrxistinê agahdar nebûye, ji beşdarbûna civînan sar bûye.
Vê derbarê de hevalê Kawa Mihemed, Karwan Salih ku rêveberê berê yê Tevgera Gorran bû, ji BasNewsê re ragehand, Kawa Mihemed mafê wî ye nîgeran bibe, ji ber kesek di lijneya lêkolîn û helsengandinê de hatiye danîn, ti peyvendiya wî bi mijarê re nebûye.
Bo piştrast kirina vê babetê BasNewsê peyvendî bi Kawa Mihemed re xwest pêkbîne, lê peyvendî pêknehat.
basnews
