Şandeka Bilinda Hikûmeta Îraqê tevî Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya
Li Despêka civînê, Serokwezîr ji bona rizgar kirina Mûsilê pîrozbahî ji gelên Îraqê kir ûamaje bi vê yekê da ku hemû aliyek ji rizgar kirina Mîsilî qezenc dikin û divê em hemû alîkar bin ji bo demên piştî DAIŞê û asayî kirina rewûa welatiyên wan deveran û vegerandina penaberan ji bo ser mal û halên xwe.
Li dîv re behsa têkiliyên navbera Herêma kurdistanê û Bexdayê ji bo demên piştî DAIŞê hate kirin, bi taybetî deverên ku berî niha hatinbûn dagîr kirin û niha pêdivî bi avedan kirin û xizmetkariyan hene.
Di vê derbarê de Hikîmeta Herêma kurdistanê amadeyî ya xwe nîşan da, her wek çawan derî yên xwe ji bo hatina penaberan û dabîn kirina jiayana asayî ji bo wan vekiribî, her bi vê awayê ji bo vegeryan û vejandina jiayanê li van deveran rastî zirarê bûne, hemahengiyî dike.
Şandeya mêvan sipasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo xuya kirina amadeyî ji bona hemahengî û alîkarî tevî Hikîmeta Îraqê.
Di civîne de, her dualiyan amadeyî ya xwe ji bo vekirina rûpelekê nû û domandina diyalogê ji bo çareser kirina pirsgirîkan nîşan da. Her weha behsa pêk anîna komîteyeka hevpar ji bona pêş xistina û çawanî ya rêkxistina hemahengî nevbera Bexda û Hewlêrê li varên petrol û elektirîkê kirin, bi awayekî ku berjewendî yên gelên Îraqî ji ber çav bigire.
Wezîrên Samanên Sirûştî, Pilandanan, Perwerde, Peyvdarê Hikîmetê, Cîgirê Wezareta Darayî û Abûrî, Cîgirê Wezareta Elektirîkê û Sekreterê Encumena Wezîrên Herêmê beşdarên civînê bibûn.
Rudaw
