Li gor agahîyan li daristana Çelêya navçeya Colemergê ji alîye gerîllayen PKKê we bi havinan erîş li bingeheka leşkerî hat kirin. Encama erîşan de serbazekê jîyana xwe ji dest da û 2 serbaz birîndar bûn. Serbazên birîndar jibo dermankirine hatin veguhastin nexweşxaneya Dewlete ya Colemergê. Peyamnêrê WAAR Nail Kadirhan ragihand; Li deverê dest bi operasyona hat kirin. Ji alîye din ve li Kûla ya navçeya bajarê Manîsa ewşa derûnî ya leşkerekî têk çû û gulle li hevalên xwe reşand 3 hevalen xwe kuşt, 3 jî birîndar kir û paşî ve jî xwe kuşt. Leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneya dewletê ya Salihliyê.
Waar.tv