Nêçîrvan Barzanî bo Ebadî: Bila ezmûna Pêşmerge û Artêşa Iraqê bibe bingeh
Îro sêşembî 11ê Tîrmeha 2017ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê kontrolkirina bajarê Mûsilê de peyameke pîrozbayiyê belav kir û girtina Mûsilê û rizgarkirina wê ji destê DAIŞê li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pîroz kir.
Di peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kiriye, ku giringtir ji rizgarkirina Mûsilê ev e ku di qonaxa bihê de karê cidî bo wê yekê were kirin, ku hizra DAIŞê û ew faktorên ku bûne sedema çêbûna DAIŞê, ji reh ve bihêne derxistin.
Serokwezîr Barzanî herwiha dibêje: “Ez hêvîdarim ku ew serkevtin û rizgarkirina Mûsilê bibe destpêka qonaxeke nû ya vegera jiyanê û avedankirin, aştî û aramiyê bo xelkê Mûsilê û tevahiya Iraqê.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan dike: “Karê hevbeş û hemahengiya serbazî ya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê di destpêka operasyonên rizgarkirina Mûsilê û deverên derdora wê de, ezmûneke serkevtî bû ku dibe bibe bingeh bo karê hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, di her warî de.”
Rudaw
