Trump di peyama Mûsilê de qala rola pêşmerge kir
Trump di nameya xwe de diyar kir, ku hêzên ewlekariya Iraqê bi piştgiriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî karîne bajarê Mûsilê ji kabûsa DAIŞê rizgar bikin û bi vî armancî pîrozbahî li Heyder Ebadî, hêzên ewlekariyê û hemû iraqiyan kir.
Serokê Amerîkayê ji bo malbata kesên ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin daxwaza sersaxiyê kir û hevxemiya xwe ji bo hemû xelkê Iraqê anî ziman.
Trump di namaye xwe de got: “Li gel xelkê Iraqê, em qehramaniya pêşmerge û leşkeran jî dikin, ku jiyana xwe kirin goriyê welatê xwe. Em qurbanîdana wan bilind dinirxînin.”
Di berdewama peyama xwe de Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, ku di 6 mehan de li dijî DAIŞê serkeftineke mezin hatiye bidestxistin.
Donald Trump got: “Serkeftina Mûsilê, ku ew bajare DAIŞê xelîfetiya xwe ragihand, vê yek3e nîşan dide, ku rojên wan ên li Iraq û Sûriyê diyar in. Em jî dê ji bo bi temamî têkbirina DAIŞê hewldanên xwe berdewam bikin.
Rudaw
