3 wezîrên Belçîkayê bi ala Kurdistanê pêşwaziya Serok Barzanî dikin
Li dîwana wezaretê û li derveyî hola civînên fermî, her sê wezîrên Belçîkayê bi germî bixêrhatinê li Serokê Herêma Kurdistanê kirin û li cihî tenê ala Kurdistanê û ala Belçîkayê dana bûn, bi bêyî ala Iraqê.
Peyamnêrê K24ê Bergeşt Akreyî li derveyî hola civînê ragihand, di wê civînê de pirsa şerê li dijî DAIŞê, referandûm û serxwebûna Kurdistanê tê guftûgokirin. Herwiha çend pirsên girêdayî bi Herêma Kurdistanê û Belçîka jî mijarên civînê ne.
Di vê serdanê de şandek ji nûnerên aliyên siyasî û pêkhateyên olî ligel Barzanî ye, biryar e çendîn hevdîtin û civînên din ligel berpirsên herêmên Belçîka û Parlementoya Ewropayê bikin.
Armanca sereke a serdana wê şandê, guftûgo derbarê pirsa referandûm û serxwebûna Kurdistanê ye, ku biryar e di 25 Îlona îsal bi rê ve biçe.
K24
