Mesrûr Barzanî: Pêwîstiya Iraqê bi stratejiyekê heye bo aştî û aramî tê de peyda bibe
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî "Twitter" nivîsî: "Destxweşî û pîrozbahiyê li hêzên ewlehiya Iraqê, hêzên Pêşmerge û hêza Hevpeymanan dikim, bo serkeftina serbazî li Mûsilê."
Derbarê pêşeroja Iraqê de jî Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê nivîsiye: "Pêwîstiya Iraqê bi stratejiyekê heye, bo aştî û aramî tê de peyda bibe."
Duh yekşemê 9 Tîrmeha 2017an hêzên ewlehiya Iraqê serkeftina yekcarî li Mûsilê ragihandibû.
Şerê Mûsilê di roja 17 Cotmeha 2016an de bi operasyona hêza Pêşmerge li dijî DAIŞê dest pê kir. Pêşmerge karî hêla yekem ya DAIŞê têk bişikîne û piştre hêzên Iraqî qonax bi qonax şerê çekdarên DAIŞê kir.
K24
