• Saturday, 21 February 2026
logo

Osman Baydemîr: Lazime dewletên cîran rêz ji îrade û biryara gelê Kurd bigrin

Osman Baydemîr: Lazime dewletên cîran rêz ji îrade û biryara gelê Kurd bigrin
Berdevk û Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr di dema beşdarî kirina bernameyeke Kanala Waartvê de got: "Min jî dixwest di referanduma serxwebûna Kurdistanê de dengê erê bidim."
Berdevk û Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr di Kanala Waar de bersiva pirsên Eyup Demir da û got: "Referanduma serxwebûnê wê li ser her çar parçê Kurdistanê tesîreke erênî derxîne der. Heke dengê min di vê referandumê de heba minê yekser biçûma û dengê erê bidaya."
Osman Baydemir di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez hêvî dikim ev referandum bê qeza û bê bela pêk were. Encama referandumu çi dibe bila bibe, gerek hemû hikûmet û dewletên cîhanê rêzê bigrin. Li hemû Rojhilata Navîn pirsgirêka sereke pirsgirêka kurdan e. Ji bo ku Rojhilata Navîn bigîhîje aramîyê pêwîste kêşa kurd çareser bibe. Li Başûrê Kurdistan gelê Kurd heke bigîhîje serxwebûna xwe ez bi bîr û bawerim ku rê û rêbazê aramîyê ji bo hemû Rojhilata Navîn wê veke. Daxwaza Kurdistanê çi bixwaze ser serê me ser çavê me ye û em qebûl dikin. Di vî astê de pêşnîyareke me heye, hemû hîzbên Herêma Kurdistan berîya referandumê bi hev bikin, berîya referandumê werin ba hev. Heke bên gel hev, hikûmeta Tahranê, hikûmeta Bexdayê, hikûmeta Şamê, hikûmeta Enqerê wê gavê dê nikaribîn deste xwe yê tevlîhev têkin nava îtîfaqa gele kurd."

Top