3 pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî ve hatin girtin
Fermandeyê hêzên Pêşmerge li devera Başîkê, Hemîd Efendî ji BasNewsê re got, sê pêşmergeyên tabûra Helgord, bêyî ku haya fermandeyên wan jê hebe, çûbûn devera ku di destê Heşda Şeibî de ye, ji ber wê jî ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve hatine girtin.
Hemîd Efendî her wiha got, ew pêşmerge bo karên xwe çûbûn û haya me jî jê nîne. Em niha hewl didin bi fermandeyên Heşda Şeibî re li ser berdana wan pêşmergeyan hevdîtin bikin. Helbet tiştekî metirsîdar nîne ji ber ku eger ew jî derbasî sînorê me bibin, emê wan bigirin.
Fermandeyekî Pêşmerge li devera Başîkê bi navê Helgord Xidir jî ragihand, ew her sê pêşmerge çûbûn nav tunêleka DAIŞê, binê tunêlê li nav sînorê Heşda Şeibî de derketiye ji ber wê jî ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine girtin.
Wî fermandeyê Pêşmerge jî da zanîn ku lêjneyeka Wezareta Pêşmerge bo berdana wan pêşmergeyan dixebite û got, biryar îro hatibana berdan lê heta niha nehatine berdan.
Basnews
