Emar Hekîm: Li gel YNK, Gorran û Komel me behsa yekitiya Iraqê kir!
Serokê hevpeymaniya niştimaniya şîe û serokê encûmena bilind a îslamî li Iraqê Emar Hekîm li ser tora xwe ya civakî facebookê de behsa civîna li gel şanda fraksiyonên wan her sê partiyan kir û amaje bi fraksiyona Yekgirtûya Îslamî Kurdistanê nekir.
Roja şemiyê 08.07.2017ê fraksiyonên partiyan ên YNK, Tevgera Gorran, Yekgirtû û Komela îslamî (PDK di wê civînê de beşdarî nekir) li Bexdayê li gel Emar Hekîm civiyan.
Di civînê de Emar Hekîm gef li gelê Kurdistanê kirin û ragehand, ku eger Kurdistan referandomê pêkbîne û li Iraqê cuda bibe, şeqamên Iraqê dê li hember xwe bibîne û em jî nikarin kontrol bikin.’’
Di heman civînê de parlamenterê Yekgirtû li parlamentoya Iraqê Musenna Emîn ku di civînê de amadebûye, berevajî fraksiyonên YNK, Gorran û Komel ku bersiva wan gefên Emar Hekîm nedan, Musena Emîn bi tundî bersiva Emar Hekîm da û radigehîne ku ‘’Serxwebûn mafê gelê Kurdistanê ye û ew maf di îslamê de, destûrê de û di demokrasî de jî hatiye diyar kirin.’’
Basnews
