Mûsil bi tevahî hate kontrolkirin
Hevdem Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi armanca ragihandina serketina yekcarî gihêşte Mûsilê.
Ji destpêka karên xwe de, Ebadî pîrozbahî li hêzên Iraqî kir bi boneya kontrolkirina yekcarî ya ji bajarê Mûsilê re.
Şerê Mûsilê di roja 17 Cotmeha 2016an de bi operasyona hêza Pêşmerge li dijî DAIŞê dest pê kir.
Pêşmerge karî hêla yekem ya DAIŞê têk bişikîne û piştre hêzên Iraqî qonax bi qonax şerê çekdarên DAIŞê kir.
K24
