• Saturday, 21 February 2026
logo

HSD: Firokeyên hevpeymanan hêzên me bombebaran nekirine

HSD: Firokeyên hevpeymanan hêzên me bombebaran nekirine
Hatibû îdîakirin, ku firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li Reqayê bi şaşî eniyên HSDê bombebaran kirine û di encamê de 30 şervanan canê xwe ji dest daye. Lê Berdevka HSDê Cîhan Şêx Ehmed ragihand, ku ev agahî nerast in.

Çavkaniyên herêmî îdîakiribûn, ku duh firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin peşengiya Amerîkayêde, bi şaşî çeperên HSDê yên li Kelha Reqayê bombebaran kirine û di encamê de 30 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan û 15 jî birîndar bûne.

Berdevka HSDê Cîhan Şêx Ehmed derbarê vê yekê de got: “Ev nûçe bi temamî derew e. Em ji gelê xwe re dibêjin bila bi van nûçeyan bawer nekin. Berdêl çi dibe bila bibe, dê Reqa were azadkirin.”

Hêjayê gotinê ye, ku hêzên koalîsyonê beriya niha dîsa bi şaşî eniyên HSDê bombebaran kiribûn û di encamê de jî 18 şervanên HSDê jiyana xwe ji dest dabûn.

Rudaw
Top