PDKÎyê red kir ku pêşmergeyên xwe ji ser sînor vekişîne
Roja pêncşembiya heftiya bihorî, Berdevkê Biryargeha Hemze ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ragihandibû, ku ew li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê yekê li hev hatibûn, ku bibnke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî bihên rakirin û ew baregeh werin valakirin.
Li hember wê daxuyaniya Biryargeha Hemza ya Supaya Pasdaran, PDKÎyê red kir, ku ti rêkevtinek derbarê valakirina baregehên pêşmergeyên wê partiyê yên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê (Îranê) hatibe kirin.
PDKÎ ku pêşmergeyên xwe li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi cih kiriye û niha li ser sînor xwediyê çend baregehan e, tekez dike, ku pêşmergeyên wê partiyê dê li ser çalakiyên xwe berdewam bin û baregehên xwe çol nakin.
Nûnerê PDKÎ yê li Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî dibêje: “Biryareke wisa ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yan jî ti aliyeke pêwendîdar ve ji me re nehatiye ragihandin. Hebûna baregehên Pêşmerge yan xebatkarên Rojhilatê Kurdistanê jî li ser vîna (îradeya) xelkê Rojhilatê Kurdistanê û biryara serkirdatiya siyasiya wan bûye.”
Mihemed Salih Qadirî tekez kir, ku ew pabendî ti rêkevtineke du alî ya derbarê valakirina baregehên pêşmergeyên xwe yên li ser sînor de nabin.
Qadirî got: “Em bi ti awayî pabendê ti rêkevtineke du alî ya li derveyî îradeya me û li derveyî berjewedniya xebata Rojhilatê Kurdistanê, nabin. Em weke Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li ser bingeha berjewendiya netewî, çi tişta ku ji destê me hatibe, ji bo berjewendiya Herêma Kurdistanê me hevkarî kiriye. Lê belê di heman demê de berpirsatiya siyasiya me li hember xelkê Rojhilatê Kurdistanê û li hember dagîrkariya Komara Îslamiya Îranê heye.”
Qadirî herwiha da xuyakirin: “Xebata me, giraniya xebata me li kûrahiya Rojhilatê Kurdistanê ye.”
Ji bilî PDKÎyê, her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKa Rojhilat anko HDK) û Komeleya Şoreşgêr a Kurdistanê li deverên ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê, pêşmergeyên xwe bi cih kirine.
Rudaw
