• Saturday, 21 February 2026
logo

Daxuyaniya Amerîkayê li ser Efrînê

Daxuyaniya Amerîkayê li ser Efrînê
Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê John Bass li ser îdiayên operasyona li dijî Efrînê ragihand: “Divê armanca sereke Reqa be û hemû aktor bala xwe bidin têkoşîna li dijî DAIŞê.”

Tirkiye bi hinceta ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve li dijî Tirkiyê êriş têne kirin, ji 27ê Hezîranê ve car caran Efrînê topbaran dike.

Li gor medyaya Tirkiyê, li dijî Efrînê ji navçeyên Reyhanli û Hassaye yên Antakyayê, ji navçeya Islahiye ya Dîlokê û ji deriyê sînor ê Oncupinar ê bajarê Kîlîsê ji çar aliyan ve dê operasyona bejahî were destpêkirin.

Bi boneya 241emîn salvegera serxwebûna Amerîkayê, bi mazûvaniya John Bass û hevjîna wî Holly Holzer Bass îro resepsiyonek hate lidarxistin.

Herwiha Bass di resepsiyonê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Li ser pirsa Efrînê, Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyê diyar kir:

“Divê armanca sereke DAIŞ û kelha dawî ya DAIŞê Reqa be. Mafê Tirkiyê heye ku xwe biparêze. Em vê yekê fêm dikin û rêz li ber digrin. Lê divê hemû aktor bala xwe bidin têkoşîna li dijî DAIŞê.”

Rudaw
Top