Salih Muslimî ji Donald Trump xwast rê li êrişa Tirkiyê ya ‘Efrînê bigire
Di Twittekîde da li tora civakîya Twitter, Salih Msilm hevserokê PYDê, peyameka bilez arasteyî Donald Trump serokê Amerîkayê kir û têda daxwaz jê kir, herzû bihên ser xet û rê li êrişa çaverêkirî a Tirkiyê bigirin ku bi jivanin biken ser kantona ‘Efrînê.
Ev di demekî daye ku Tirkiyê çend rojeke, bas li êrişa zemînî ji bo ser kantona ‘Efrînê li Rojavayê Kurdistanê dike û li gorî medyayên PYDê, ta niha Tirkiyê 7 hizar serbaz û çekên giran li ser sinorên kantona wan komvekirîne.
Berya niha jî Tirkiyê bi dijwarî, dest bi topbaran kirina bajarkê ‘Efrînê kirîye û rojane topxaneyên supayê Tirkiyê, cihên PYDê û malên sivîlan diken armanc.
War.tv
