• Saturday, 21 February 2026
logo

Îranê pêşiya ava Elwenê bi temamî girt

Îranê pêşiya ava Elwenê bi temamî girt
Komara Îslamî ya Îranê ava çemê Elwenê bi temamî girt. Rêveberiya Bendava Elwenê diyar kir, ku girtina ava Elwenê, ne siyasî ye.

Rêveberê Bendava Elwenê Ehmed Wesin ji Rûdawê re ragihand: “Komara Îslamî ya Îranê ji sala 2003an ve, her sal ji 1ê Hezîranê heta 1ê Cotmehê piraniya ava çemê Elwenê digire. Çimku pêwîstiya wê bi avê heye. Ew ava ku dişîne ji du metre çargoşe kêmtir e û heta ku digihîje bendava Elwen beşek diçe binê erdê û ava din jî dibe hilm. Ji ber vê yekê girtin, ne siyasî ye.”

Herwiha Ehmed Wesin diyar kir: “Îran di demsala zivistanê de nikare ava Elwenê bigire, çimku baraneke boş dibare. Di sala 2015an de zêdetirî 580 milyon metre çargoşe av kete Bendava Elwenê. Di sala 2016an de jî zêdetirî 280 milyon metre çargoşe av hat.”

Li nêzîkî Bendava Elwenê bendaveke din jî tê avakirin. Li ser vê mijarê jî Rêveberê Bendava Elwenê destnîşan kir: “Niha li nêzîkî Bendava Elwenê, em bi avakirina Bendava Qamîşan mijûl in. Hemû karên pêwîst temam bûne. Lê Hikûmeta Iraqê ji ber nebûna diravan daye sekinandin.”

Weke din Ehmed Wesin amaje bi wê yekê kir, ku eger sala dahatû ava Elwenê bernedin Bendava Elwenê piştî demsala zivistanê heta sê mehan dê hişk bibe. Li ser rûbarê Elwenê li aliyê Başûrê Kurdistanê 145 bax, 300 hezar donim zevî û pênc projeyên xwedîkirina masiyan hene. Weke din Elwen çavkaniya ava vexwarinê ya beşek ji gundên derdora Xaneqînê ye.

Herwiha Îranê di roja 24ê Hezîrana 2017an de pêşiya ava Zêya Biçûk girt. Hêjayî gotinê ye ku ji sedî 60ê ava Bendava Dukanê jî kêm bûye.
Top