• Saturday, 21 February 2026
logo

ENKSê daxwaz ji KNKê kir ku PYD kiryarên xwe rawestine

ENKSê daxwaz ji KNKê kir ku PYD kiryarên xwe rawestine
Li bajarê Qamişlo Komîteya Kongireya Niştimanî ya Kurdistanî (KNK) li gel şandeke Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civiya.

Şandeke ji Endamê Desteya Serokatiya KNKê Ebdilkerîm Omer û endamên KNKê Nesredîn Îbrahîm, Ebîr Hesaf, Luqman Ehmê û Telal Mihemed pêk hatibû, serdana ENKSê kir.

Di civînê de, komîteya KNK daxwaz ki ENKSê kir ku beşdarî civîneke şêweirmendiyê bibe, da ku mijara lidarxistina Kongireya Neteweyî gotûbêj bikin.

Piştî civînê, Cîgera Serokê ENKSê Fesla Yûsîf ragihand ku wan ji komîteya KNKê re diyar kiriye ku di destpêkê de, divê kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li dijî ENKSê bên rawestandin.
Top