Eşîrên ereb yên Kerkûkê: Him zindiyên me him jî miriyên me li Kurdistanê ne vêca emê çawa serxwebûnê nexwazin!
Li Kerkûkê her roj kurd û ereb li hev kom dibin û li ser çawaniya bihêzkirina çanda pêkvejiyanê bi hev re gotûbêj dikin. Vê dûmahîkê mijara referandomê jî li civata wan zêde bûye.
Serokê eşîrekî ereb dibêje, em piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin ji ber ku serxwebûn bi sûda hemû xelkê Kerkûkê ye. Em piştevaniya hêzên Pêşmerge jî dikin ji ber ku ew tevahiya pêkhateyên Kerkûkê diparêzin.
Mezinekî din yê erebên Kerkûkê dibêje, referandom mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye. Gelê Kurdistanê çendîn sal in bo çi şer dike! Serxwebûna xwe dixwazin vêca çi di vê de heye…
Serokê eşîrekî din yê erebên Kerkûkê, bi kurdî dibêje, ez û eşîra xwe em ji destpêkê de li gel serxwebûna Kurdistanê ne. Em zêdetirî sed sal in li Kurdistanê dijîn. Him zindiyên me li Kurdistanê ne him jî miriyên me, vêca emê çawa serxwebûna Kurdistanê nexwazin!
Basnews
