YPG: Tirkiye amadekariyan bo ragehandina şer dike
Fermandarê YPGê Sîpan Hemo ji ajansa Reutersê re ragehand, belavkirina artêşa Tirkiyê ji bakûrê Kurdistanê ve û li ser sînorê bajarê Efrînê ya rojavayê Kurdistanê nîşaneya metirsiyê ye.
Li gor Sîpan Hemo egera pêkhatina şerê çekdarî di navbera YPGê û artêşa Tirkiyê de heye û dibêje: ‘’Belav kirina artêşê li ser sînor geheştiye asta ragehandina şer, ku dê çend rojên pêş de dibe şer pêkbê.’’
Berî naha BasNews ji çend çavkaniyan belav kir ku Rûsya ji bo Efrînê du rê danîne pêş PKKê û yan divê bajar radestî rejîma Sûriyê bike, yan jî divê xwe ji bo leşker kêşiya artêşa Tirkiyê amade bike.
Basnews
