• Saturday, 21 February 2026
logo

Emar Hekîm: Îsraîl piştgirî dide giştpirsiya Kurdistanê

Emar Hekîm: Îsraîl piştgirî dide giştpirsiya Kurdistanê
Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê Emar Hekîm di serdana xwe ya Tehranê de ragihand, ku dabeşkirina Iraqê, ne tenê li ser sînorê Iraqê ye, herwiha bandora wê li ser tevahiya herêmê heye.

Emar Hekîm ku li gel şandekê li paytexta Îranê bajarê Tehranê ye, di hevdîtina xwe ya li gel Serokê Parlementoya Îranê Elî Laricanî de got: “Dabeşkirina Iraqê, ne tenê li ser sînorê Iraqê ye, herwiha bandora wê li ser tevahiya herêmê heye û di berjewendiya wan kesan de ye ku di navbera kurd û şîeyan de her dem bi pêkanîna nakokiyan ve mijûl in.” Herwiha Hekîm diyar kir: “Îsraîl her dem bi wê yekê mijûl e, ku di Rojhilata Navîn de pêgeheke wê ya cidî hebe. Loma niha piştgirî dide pêkanîna giştpirsiyê, dabeşkirina Iraqê û dabeşkirina navbera iraqiyan.”

Emar Hekîm li ser egera dabeşbûna Iraqê ya piştî şerê Mûsilê jî got: “Mijara yekparçebûna Iraqê pir giring e. Dabeşbûna Iraqê, ne di berjewendiya kesekî de ye û divê kurd, sunî, şîe bi yekparçeyî û di bin alayekê de bicivin.”


Rudaw
Top