Kurdên cihû li Kurdistanê: Çend saziyên sîxorî bi navê hikûmeta Îsraîlê gef li me dike
Daxuyaniya ku wêneyek ji BasNewsê re hatiye rêkirin de tê gotin: ‘’Demeke çend saziyên sîxor bi navên cuda hewl didin gef û bi navê me sivikayiyê bikin, bi vê armancê jî bi dehan website ango malper û torên civakî bi navên cuda çêkirine û name bo hevalên me rêdikin û bi navê hikûmeta Îsraîl, yan jî bi navê rêxistinên cihûyan hewl didin kar û çalakiyên me biçûk nîşan bidin û e-mail bo konsolên welatan rêdikin û zanyariyên ne rast li ser me belav dikin.’’
Herwaha tê gotin: ‘’Temamê wan kesane tên nasîn û ew kes û aliyên li pişt vê helmetê di demek nêzîk de hemû dê rastî pêkanînên yasayî bên kirin.’’
Daxuyaniyê de tê gotin: ‘’Ji destpêka vergirtina nûnertiya me ya wezareta ewqaf heta îro me ragehandiye ku em li ser ti hikûmet û aliyeke derve nînin û bi taybet jî hikûmeta Îsraîlê, ji ber em nûnertiyeke olî ne û Kurdistanî ne û dûrin li hemû çemkên siyasî û navxweyî û derveyî û em xwe bi ti welatekê ve girê nadin.’’
Di beşek din de tê gotin: ‘’Gef li nûneriya me û temamê endamên encûmena komeleya cihû hatiye kirin û ji aliyên wan kesan ve û temamê belge me radestî saziyên ewlehiyê kirine û em daxwaz dikin ku cezayê xwe bibînin, ku gef li ser ti olê li Kurdistanê neyê kirin.’’
Basnews
