• Saturday, 21 February 2026
logo

Cezaya qedexeya siyasetê ji Cîgirê Serokê Koma HDPê re

Cezaya qedexeya siyasetê ji Cîgirê Serokê Koma HDPê re
Dadgeha Mûşê, salek û du meh cezaya zîndankirinê û cezaya qedexeya siyasetê da Cîgirê Serokê Koma HDPê Ehmed Yildirim. Yildirim da zanîn ev biryar nîşan dide ku, desthilat çawa dijbereyan bêdeng dike.

Yildirim bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gotibû, "Padîşahê Xirbende" û ev peyva wî wek bêrêziya hember kesayetiyeke dewletê hatibû nirxandin û doz hatibû vekirin.

Parêzerên Yildirim, bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Erziromê dan. Derbarê mijarê de Ehmed Yildirim da xuyakirin, ser navê xwe tu xemgîniya wî nîne û dikare here zîndanê raze û da zanîn, ev jî nîşan dide ku, desthilat çawa dijberên xwe bêdeng dike.

Eger biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve bê pejirandin, parlamentertiya Yildirim dikeve û nikare di nav partiyeke siyasî de kar bike û beşdarî xebatên siyasî û giştî yên dewletê bibe.

K24
Top