• Saturday, 21 February 2026
logo

PKK ciwanên Şingalê dibe bo Reqa

PKK ciwanên Şingalê dibe bo Reqa
Endamê encûmena nûnerên Iraqê amaje bi vê yekê dike ku PKK dixwazê ciwanên Şingalê ber bi Reqayê ve bibe û dibêje: ‘’Rêkirina wan ciwanan bi fermana hikûmeta Sûriyê ve bûye.’’

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Macîd Şingalê ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKKê ferman daye ku hêzên xwe li Şingalê vekêşe bo rojava û ji wê derê ve jî bo Reqa ku şerê DAIŞê bi awayek bihêz bike, lê em dipirsin rêjandina xwîna kurd li Reqayê ji bo çiye? Çima xelkê êzdî ji Şingalê ve tên xapandin û PKK bo berjewendiyên xwe li Şingalê mayînde bike li Şingalê xelkê bike qurbanê siyaseta xwe, ji aliyê din ve hemû alî baş dizanin ku PKK bi fermana Îran û hikûmeta Sûriyê ve ew nexşe danîne.’’

Herwaha got: ‘’PKK beşek zêde yê wan navçeyane ku hatine azad kirin, bi asanî radestî hikûmeta Sûriyê dike, naha hêzên xwe dervey xelkê bi zorê dibin eniyên şer û dixwazin bi her coreyekê be hêzên xwe li Şingalê bibin û şerê li Reqayê pê bikin.’’

Basnews
Top