• Saturday, 21 February 2026
logo

Di navbera pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şerê sing bi sing

Di navbera pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şerê sing bi sing
Li navçeya Xurmatû çekdarên DAIŞê ji 3 milan ve êrîşê çeperên Hêzên Pêşmerge kirin. Pêşmergeyan bi tundî bersiv dane êrîşê û çekdarên DAIŞê paşde vekişiyan.

Çekdarên DAIŞê cara şeşemîn êrîşê çeperên pêşmerge yên li gundê Zerge ya Xurmatû kirin. Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn ragihand, ku piştî şer û pevçûnên sing bi sing, êrîş hatiye têkbirin.

Fermandarê Lîwayê 11 Kameran Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 01:40ê îro destê sibê 03-07-2017, li gundê Zerge ya Xurmatû çekdarên DAIŞê ji 3 milan ve êrîşeke berfereh anîne kirin. Di dema êrîşê de pêşmergeyên me pir bi başî bersiv dan. Pevçûnan demjimêrek berdewam kir û di encamê de êrîşa terorîstan hate şkînandin.”

Bi gotina Kameran Ehmed beriya êrîşê agahiya wan hebûye ku dê DAIŞ tevgereke wiha bike: “Beriya êrîşê zanyarî gihiştibûne me. Lewma di dema êrîşê de em amade bûn.”

Fermandarê pêşmerge da zanîn, ku di dema pevçûnê de ew û 2 pêşmergeyênd in birîndar bûne lê birîna wan sivik e.

Gundê Zerge dikeve rojavayê navçeya Xurmatû û Hêzên Pêşmerge li vê sînorê bi dirêjahiya 43 kîlometreyan xendekan dikolin. Herwiha ji bo şopandina liv û tevgera DAIŞiyan, kûle û kelh tên avakirin.

Top