• Saturday, 21 February 2026
logo

Parlamenterê AKPê: Kurd ne mecbûrên destûrê ji kesekî bixwazin

Parlamenterê AKPê: Kurd ne mecbûrên destûrê ji kesekî bixwazin
Parlamenterê bajarê Erdexanê Orhan Atalay berovajî partiya xwe li dijî pêkanîna referandûma serxwebûna ku tê palankirin di meha îlonê de were lidarxistin ya Herêma Kurdistanê derneket: "Ew ne mecbûrên destûrê bixwazin."
Piştî parlamenterê Amedê yê AKPê Galip Ensarioglu, Parlamenterê Erdexanê Orhan Atalay piştgirî da referandûma serxwebûna Kurdistanê.
Biryara referandûmê bû sedema krîza avê di navbera Hewlêr-Tehran û Bexdayê de
Parlamenterê AKPê got: Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê beriya hemû tiştî mafê welatiyên ku li wir dijîn e û mafê diyarkirina çarenûsa wan e. Çawa dixwazin dikarin mafê xwe bikar bînin, lê dema ku vê mafê xwe bikar bînin dikarin bi cîranên xwe re danûstandinan bikin, lê ne mecbûrên ku destûrê bixwazin."
Atalay wiha pê de çû: "Divê ev yek, mafê ku xwedê daye mirovan e bê dîtin û dema sînor hatin xêzkirin, divê bawerî, nifş û taybetmendiyên civakî neyên piştguhkirin."
Top