Parêzgarê Kerkûkê: Referandûm xaleke dîrokî ye di xebata gelê Kurd de
Parêzgarê Kerkûkê di çarçova civînekî ligel şandên partiyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê ragihand, yekrêziya navmala Kurdî, kilîta serkeftina proseya referandûmê ye.
Necmedîn Kerîm amaje bi wê kir, ku yekrêziya partiyên Kurdî li Kerkûkê fakterekî girîng bo aramiya bajêr bûye û hêza Pêşmerge rûbirûyî terorîstên DIŞIê bûne, di demekê de ku DIŞI ji sînorê Kerkûkê nêzîk bûne.
Herwiha ragihand jî, di saya qurbanîdana Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û piştevaniya welatiyên Kerkûkê, karîn aramiyê li Kerkûkê peyda bike.
