• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Holanda li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Holanda li Iraqê kir
Roja yekşem 02.07.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Waltmans Balyozê Holanda li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Holanda hate nirxandin û tekez li ser dostayetî û berfirehtirkirina peywendiyên her dû aliyan kir û Balyozê Holanda li Iraqê ji bilî balkişandina li ser ewlewiyetên welatê xwe li Iraqê û her wiha asta beşdariya Holanda li hevpeymaniya şerê dijî Da'îş û meşq û rahênana bi Pêşmerge û artêşa Iraqê wê yekê xisterû ku ji bo Holanda Iraqa piştî Da'îş cihê girîngiyeke zêdeye û bi nîgeraniyê ve li rewşa navçeyên azadkirî û jiyana xelkê dinêre.

Li beranber da Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo rola Holanda ya li şerê terorê û yarmetîdana hêzên Pêşmerge ragihand û balkişand li ser wê yekê ku qonaxa piştî Da'îş gelek hestiyare û eger ew sedemên ku bûne sedema serhildana Da'îş wekî xwe bimînin kêşe û giriftên gelek kûr pêktên.

Her li vê hevdîtinê de bi têr û tije behsa paşaroja Iraqê kirin û Serok Barzanî wan sedeman şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev referandûmê hengavan bavêjin û tekez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê li rêya dîyalog û bi amrazên aştiyane berev serbixweyî û mîsogerkirina mafên xwe davêje û eve jî bi navê rêgirtina li şer û giriftên nû ye.


Top