• Saturday, 21 February 2026
logo

PKK û Heşda Şeibî alaya Kurdistanê li ser mal û avahiyên Şingalê davêjin

PKK û Heşda Şeibî alaya Kurdistanê li ser mal û avahiyên Şingalê davêjin
Berpirsê liqa Şingalê ya PDKê Wehîd Bakozî dibêje, PKK li Şingalê alîkariya çekdarên Heşda Şeibî dike da ku pêşmergeyên Rojava li Şingalê tengav bikin.

Berpirsê liqa Şingalê ya PDKê Wehîd Bakozî ji BasNewsê re got, PKK û Heşda Şeibî li Şingalê roj bi roj zêdetir nêzîkî hev dibin û tifaqa wan li dijî Pêşmerge bihêztir dibe.

Wehîd Bakozî her wiha got, PKK dixwaze bi rêya bicîhkirina Heşda Şeibî pêşmergeyên Rojava tengav bike û li wir rêyekê bo Heşda Şeibî veke da ku derbasî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bibe.

Bakozî da zanîn, alaya Kurdistanê li ser wan mal û avahiyên ku di destê PKK û Heşda Şeibî de ne, hatiye avêtin û got, Şingal tijî alaya Heşda Şeibî bûye, PKK û Heşda Şeibî bi hev re xalên kontrolê danîne û bi kêfa xwe mirovan direvînin.

Wî berpirsê PDK da xuyakirin ku Heşda Şeibî û PKK dixwazin bi hev re wan deveran birêve bibin û got, li dijî Pêşmerge çeper lêdane û dixwazin bi Pêşmerge re şer bikin.

Basnews
Top