• Saturday, 21 February 2026
logo

Mezinekî kurdên Feylî: Em guh nadin tehdîdan û emê beşdarî referandoma Kurdistanê bibin

Mezinekî kurdên Feylî: Em guh nadin tehdîdan û emê beşdarî referandoma Kurdistanê bibin
Şêxekî kurdên Feylî dibêje, êriş û tehdîdên ku ji ber xatirê referandoma serxwebûna Kurdistanê li ser kurdên Feylî tê kirin, dê bandorê li ser îradeya feyliyan neke.

Piştî ku roja encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê ji aliyê Serok Barzanî ve hat ragihandin, kurdên Feylî li Bexdayê rastî êriş û tehdîdan hatin, ew tehdîd û gef heta niha jî didomin.

Şêxekî kurdên Feylî bi navê şêx Semîr Feylî li ser wê mijarê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, kurdên Feylî dê tevlî referandomê bibin û dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê da ku êdî kurd di bin destê ti kesî de nemînin.

Şêx Semîr her wiha gotiye, helbet li hember her gavekî berdêla wê jî heye, ew tehdîdên ku li kurdên Feylî tên kirin jî berdêla helwesta wan e li ser referandomê. Lê bila ew bizanin emê ti carî ji wan netirsin û gav paşde nevêjin.

Beşek mezin ji kurdên Feylî li Bexdayê dijîn, hinek jî li devera Germiyanê bi taybet li bajarên Xaneqîn, Kelar, Mendelî dijîn.

Basnews
Top