• Saturday, 21 February 2026
logo

Parlamenterekî AKPê: Dewleta Kurdistanê nabe tehdîd li ser Tirkiyê (vîdeo)

Parlamenterekî AKPê: Dewleta Kurdistanê nabe tehdîd li ser Tirkiyê (vîdeo)
Parlamenterekî AKPê dibêje, serxwebûna Başûrê Kurdistanê ne tenê ziyanê nagihîne Tirkiyê lê dê bibe sebeba bihêztirbûna pêwendiyên Hewlêr û Enqerê jî.

Parlamenterê AKPê Orhan Atalay, ku di heman demê de serokê komîsyona karûbarên îslamî ye jî, ji televîzyona K24 re behsa serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û got, em di wê baweriyê de ne dewleta Kurdistanê nabe tehdîd li ser Tirkiyê, berovajî wê yekê dê bibe sebeba bihêztirbûna pêwendiyên Hewlêr û Enqerê jî.

Wî parlamenterê AKPê her wiha ragihand, ne Barzanî dixwaze Tirkiyê parçe bike ne jî Tirkiyê tiştekî wisa ji Barzanî dixwaze ji ber wê jî dewleta Kurdistanê nabe tehdîd li ser Tirkiyê…

Basnews
Top