• Saturday, 21 February 2026
logo

Mîrxan: Ji bo serkeftina referandûmê çi pêwîst be em ê bikin

Mîrxan: Ji bo serkeftina referandûmê çi pêwîst be em ê bikin
Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dr. Aras Heso Mîrxan ragihand, ku di hefteya pêş me de, di navbera Tevgera Goran û YNKê û herwiha PDK û YNKê de dê civîn werin kirin. Mîrxan got: “Ji bo serkeftina proseya referandûmê, çi pêwîst be dê PDK bike.”

Endamê Serkirdetiya PDKê Dr. Aras Heso Mîrxan ji Rûdawê re got, ji bo çalakkirina parlamentoyê û gotûbêjkirina ser mijara referandûmê, dê Tevgera Goran û YNK û herwiha PDK û YNK bi hev re bicivin.

Mîrxan diyar kir, ku vegera Yûsif Mihemed û pêdana kursiya serokatiya parlamentoyê bo Tevgera Goran pêşniyara YNKê bûye û got: “Em ê li bendê bin û binerin ka dê encamên van civînan dê çawa be. Lê ji bo serkeftina proseya referandûmê, çi pêwîst be dê PDK bike.”

Dr. Aras Heso Mîrxan tekez kir, hemû hewldanên wan ji bo wê yekê ne, ku Tevgera Goran jî beşdarî referandûmê bibe.

Di dema derbasbûyî de ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê, PDKê pêşniyara YNKê ya ji bo vegera Yûsif Mihemed qebûl kiribû. PDKê xwestibû bi serokatiya Yûsif Mihemed li parlamentoyê rûniştinek were kirin û paşî hemû desteya serokatiya parlamentoyê were guhertin û erkê serokatiya parlamentoyê di destê Tevgera Goran de be. Lê Goranê ev pêşniyar qebûl nekiribû.

Biryar e roja 25ê Îlona 2017ê li Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin. ji bo vê jî hemû aliyên siyasî daxwaza çalakkirina parlamentoyê dikin da ku yasayek di vî warî de were derxistin.

Rudaw
Top