• Saturday, 21 February 2026
logo

Şêx Semîr Feylî: Dewleta Kurdistanê hêz û piştevanê me ye!

Şêx Semîr Feylî: Dewleta Kurdistanê hêz û piştevanê me ye!
Yek ji şêxên kurdên feylî li Bexdayê ragehand, pêwîste dengên me bi hemû aliyan re bigehe, herwaha dewleta Kurdistanê dê bibe hêz û piştevanê me.

Yek ji şêxên kurdên feylî li Bexda Şêx Semîr Feylî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêwîste dengê me wek hemû kurdên feylî bigehe hemû aliyekê, hemû jî dizanin ku Malikî bixwe dijminê kurd e, ji ber vê jî em natirsin, divê bi hêz ve li gel hikûmeta navendî danûstandinê bikin, ji ber em wan baş nasdikin.’’

Herwaha got: ‘’Em piştevanê dewleta Kurdistanê ne, dewleta Kurdistanê dê bibe hêz û piştevanê me, eger em bê dewletbin wê demê ti nirxeke me nabe.’’

Şêx Semîr Feylî got: ‘’Navê Kurdistanê li gel me bilind û pîroz e û hemû hewldanekê emê bidin bo serkeftina wê.’’

Basnews
Top