• Saturday, 21 February 2026
logo

John Bolton: Kurd geheştina asta ragehandina serxwebûnê!

John Bolton: Kurd geheştina asta ragehandina serxwebûnê!
Balyozê berê yê Amerîkayê li Netewên Yekbûyî (NY), derbarê rewşa Iraqê û Kurdistanê de ragehand, ‘’Kurd li herêma Kurdistanê di rewşa ragehandina serxwebûnê de ne û bo asankarî û rê xweşkirina serxwebûna Kurdistana mezin şerê DAIŞê dikin.’’

Li gor raporta malpera Dengê Amerîka, balyozê berê yê Amerîkayê li NYê John Bolton aşkera kir, Îran û Rûsya dostê me nînin û dema stratejîk a piştî DAIŞê êdî hatiye.

John Bolton ragehand; ‘’Temenê DAIŞê waye xilas dibe, lê pirsa serekî nebûna stratejiya demdirêj a Amerîkayê ya li hember vê valatiya siyasî ya li navçeyê ye ku pêwîste piştî DAIŞê bê tejî kirin, ji ber Îran û Rûsya ne dostên me ne.’’

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Divê Amerîka piştevaniya leşkerî bo dewleta naha ya Iraqê kêm bike. Herçend Iraq xwe wek welatek ji pêkhateyên kurd, erebên sune û erebên şîe pênase bike jî, lê paytexta wê di bin desthilata şîe û hevpeymanê wan Îranê de ye.’’

John Bolton got: ‘’Kurd li Sûriyê û Tirkiyê yekdeng û yekparçe nînin û xwedî nêrîneke erênî nînin li hember Amerîka û li dijî hikûmeta Tirkiyê şer dikin, herçend, Receb Tayip Erdogan fikrê rojavayî yê komara Tirkiyê ya Ataturk gohertiye û ber bi Osmanîbûnê ve biriye û ev yek bûye cîhê nîgeraniyê.’’

Basnews
Top