• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji Amerîkayê helwesta herî nû ya li ser referandûma Kurdistanê

Ji Amerîkayê helwesta herî nû ya li ser referandûma Kurdistanê
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert, derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de helwesta welatê xwe eşkere kir û got: “Dema Iraq aram bibe û kurd biryara referandûmê bidin, ev yek dê bibe pirseke navxwe ya Iraqê.”



Derbarê helwesta Amerîkayê ya li ser gotara Serokê Herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî ya li rojnameya Washington Postê de, Heather Nauert bersiva pira Rûdawê da û ragihand: “Şerê DAIŞê berdewam e û rojeva sereke ya Amerîkayê jî ev e. Ewlewiteya Amerîkayê şerê DAIŞê ye. Em piştigriyê didin hevbeşiya xwe ya li gel hikûmeta Iraqê.”



Nauert herwiha got: “Em dixwazin bala hemû aliyan tenê li ser DAIŞê be. Hejmareke zêde ya Iraqiyan malên xwe bicîh hiştine. Me divê niha DAIŞ nemîne. Dema Iraq aram bû, xelk vegeriyane malên xwe, eger Iraq û kurd biryara referandûmê bidin, wê demê ev dibe pirseke navxwe ya Iraqê.”



Serokê Herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî ji bo rojnameya Washington Post a amerîkî gotarek nivîsî bû û gotibû: “Dem hatiye, ku kurd biryarê derbarê serxwebûna xwe de bidin.”



Serok Barzanî daxwaz ji Amerîka û civaka navdewletî kiribû, ku rêzê li hember vê biryarê bigrin.

Rudaw
Top