HSD: Heger Tirkiye êrîş bike, em rûbirûyî wê dibin
Şêwirmendê HSDê Nasir Hacî Mensûr ji “Reuters” re ragihand, heger artêşa Tirkiyê sînor derbas bike, HSDê dê rûbirûyî artêşa Tirkiyê bibe.
Artêşa Tirkiyê hêzeke mezin li nêzîkî sînorê Efrînê kom kiriye. Herwiha medyayên Tirkiyê ragihandibûn, Arteşa Tirkiyeyê û grûpên opozîsyona Sûriyê li dijî YPGê dest bi amedekariya operasyoneke berfireh kirine.
Herwiha Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê jî got, xebatên Wezreta Derva û MÎTê yên derbarê jinavbirina YPGê de berdewam dikin, ji bo gerantîkirina ewlekarî û aramiya Bab, Azez, Îdlîb û sînorên Tirkiyeyê, divê YPG li Afrîne nemîne û were têkbirin.
Şêwirmendê HSDê Nasir Hacî Mensûr got jî, êrîşa Tirkiyê li ser deverên HSDê, dê ziyaneke mezin bide operasyona Kontrolkirina bajarê Reqayê.
K24
