• Saturday, 21 February 2026
logo

Di bûyereke tirafîkê de 7 welatî canê xwe ji dest dan

Di bûyereke tirafîkê de 7 welatî canê xwe ji dest dan

Duh di encama bûyereke tirafîkî li nêzî nahiyeya Xelekanê 7 welatî canê xwe ji dest dan.

Li gor jêderan ew bûyera han ji encama bihev ketina du tirimbîlan ku yek ji wan tanker û ya din jî tirimbîleke taybet bûye pêk hatiye û di encam de 7 welatî canê xwe ji dest dane.

Bûyer danê sibê li ser rêya navbera Raniye û Dûkanê li nêzî nahiyeya Xelekanê qewmiye.
Top