• Saturday, 21 February 2026
logo

Amadekariyên îdarî û teknîkî bo referandûmê destpê kirin

Amadekariyên îdarî û teknîkî bo referandûmê destpê kirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandûm a Herêma Kurdistanê, dest bi amadekariyên îdarî û teknîkî yên referandûma serxwebûnê kir.
Berpirsên Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê ragihand ku di amadekariyên xwe de hesabê hemû navçeyên Herêma Kurdistanê, wate herêmên kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî kirine.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ji bo hêsankirina dengdanê 11 hezar sindoqan datîne û beşek ji van sindoqan jî dê li Kerkûk, Şingal û deverên nakok werin danîn.
Endamê Civata Komîsyaran a Komîsyona Bilind a Hilbijartinan Îsmaîl Xûrmalî got: "Di çarçoveya karê xwe de, ji bo dabînkirina keresteyên hilbijartinê, sindûq û kabîneyan me 3 îhale ragihandine. Di nav van keresteyan de me hesaba navçeyên nakok jî kiriye. Herwiha, ji aliyê rêveberiyê ve me daxwaz ji Civata Wezîran kiriye da ku li parêzgehên Kerkûk û Nînowayê ji bo karê me cih dabîn bike."
Li herêmên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, ji bo parastina ewlekariya dengdêran, li gel dezgehên ewlekariyê yên polîs û asayîşê hemahengî daniye.
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê li Kerkûkê Ednan Kerkûkî dibêje: "Hemû aliyên kurdistanî yên li Kerkûkê di vê mijarê de hemnêrîn in, ku li bajêr di rêjeyeke bilind de beşarbûn çêbibe."
Kerkûkî diyar dike, ku li Kerkûkê ji bo encamdana referandûmê ti pirsgirêkeke îdarî û ewlekariyê nînin.
Top