Kurdên Êzidî vedigerin Başîkê û perestgehên xwe nû dikin
Kurdên êzidî perestgehên xwe yên li nahiyeyê nû dikin û beşdarî avakirina nahiyeya xwe dibin.
Ji welatiyên ku ji bo nûkirina perestgehê dixebitin Muhib Xidir diyar kir, ku li Behzaniyê 5 perestgeh hatine nûkirin û hêj xebatên nûkirina 10 perestgehan jî berdewam e. Herwiha aşkere kir, ku niha li Başîkê 6 perestgeh têne nûkirin û ewê li ser ên din jî bixebitin.
Xidir destnîşan kir, ku perestgeh ji aliyê welatiyan ve bi awayekî xwebexş têne nûkirin û ji ber ku pere tune ne, pirsgirêk derdikevin. Herwiha diyar kir, ku ne hikûmet, ne jî yekî din pere nadin û xebata ku dikin, ji dil e û pere jî ji êzidiyan têne berhevkirin.
Ji niştecihên Behzaniyê Wad Îbrahîm diyar kir, ku dixwazin DAIŞ bi temamî ji herêmê were avêtin û aşkere kir, heta ku DAIŞ ji Mûsil û Tileferê neyêne avêtin, metirsî ji holê ranabe.
Ewlehiya Başîk û Behzanî di destê hêzên Pêşmerge de ne û Pêşmerge li ser dabînkirina ewlehiyê bawerî dide xelkê wê deverê.
Rudaw
