Lêkolînerên Brîtanya: Niha baştirîn dem e bo birêvebirina referandûmê
Şareza û lêkolînerê Brîtanî Gareth Stansfield derbarê rferandûma serxwebûna Kurdistanê de ji K24ê re got: “Birêvebirina referandûmê di 24 Îlonê de, pêngaveke erênî ye û xaleke girîng e ji navçeyên ku niha di rewşeke hestiyar re derbas dibin. Karvedana encama referandûmê jî ji serkirdayetiya Kurd re girîng e bo çawaniya danûstandinê ligel wê bikin û çawa daxwaza gel bigihînin meydana navdewletî, ku ew qonax ji qonaxa birêvebirina referandûmê girîngtir e.”
Her girêdayî vê pirsê, mamosteyê zanîngeha Londonê Bill Park dibêje: “Ya girîng ew e ku referandûm bi rê ve biçe. Dibe ku hin xelk bibêjin ku niha ne dema guncaw e bo referandûmê, lê di baweriya min de niha baştirîn û guncawtirîn dem e bo referandûmê. Encamên referandûmê hêz û rewatiyê dide serkirdayetiya Kurd ku bo serxwebûna Kurdistanê dest bi danûstandinê ligel welatên cîran bikin.”
k24
