• Saturday, 21 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê topbaran kir

Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê topbaran kir
Artêşa Tirkiyê gundên Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran kir û hêzên YPGê jî heman awayî bersiv dane topbaranê.

Li gorî medya Tirkiyê topxaneyên Artêşa Tikriyê demjimêr 23.00ê şeva Sêşemê 27-06-2017, gundên Qestel Cindo, Malikiyê, Merenaz, Vêllat El-Qadî û Eyn Deqne yên girêdayî navçeya Şera ya bajarê Efrînê bi hawinan topbaran kirine.

Hate gotin, ku nêzîkî 20 guleyên hawinê li van herêman ketine. Herwiha ev topbaran weke destpêka operasyoneke nû tê binavkirin.

Topbarana ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve, heta derengê şevê berdewam kir. Di heman demê de balafirên çavdêriyê yên Tirkiyê li ser gundê Şêx Îsa yê herêmên Şahbayê geriyan.

Hate gotin, ku hêzên HPGê jî bersiv dane topbarana Artêşa Tirkiyê

Ji aliyê din ve, Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşa Artêşa Tirkiyê şermezar kir û got, ku Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdar e.

Mihemed Cemîl got: ″Tirkiyê rêzê ji mafên mirovan û nirxên exlaqî re bagre û dewleta herî li dijî azadî û mafên mirovan e. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Tirkiyê li hember gelê Bakurê Sûriyê siyaseta qirkirinê daye destpêkirin û armanca wê dagirkirina axa Sûriyê û vejandina împaratoriya Osmanî ye.″

Cemîl daxwaz kir, ku civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan êrîşên Tirkiyê sînordar bikin.

Di 20ê Hezîranê de Artêşa Tirkiyê otombîlên zirxî veguhestibûne ser sînorê Efrînê.

Rudaw
Top