Tirkiye xwe amade dike êrişî hêzên YPGê bike
Rojnameya “Sabah” ya Tirkiyê, ku nêzîkî hikûmetê ye, ragihand ku Arteşa Tirkiyê û Arteşa Azad a Sûrî li dijî YPGê dest bi amedekariya operasyoneke berfireh kirine.
Di çarçoveya operasyonê de hejmarek zêde wesaîtên zihî, tank, top û hêzên leşkerî yên Tirkiyê li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê hatine bicîhkirin.
Li gor wê rojnameyê , arteşa Tirkiyê dê piştî Cejna Remezanê digel Arteşa Azad a Sûrî êrişî bingehên YPGê yên li Efrîn, Tel Rifat û hinek deverên din bike.
Duh Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotibû, dê di çend rojên bê de li hemberî rêxistinên terorê dest bi operasyonên dijwartir bikin.
Basnews
