Li hinek welatên îslamî îro yekemîn roja cejnê ye
Li gorî fetwaya merciyeta Şîeyan Ayetulla Sîstanî, îro li cem şîeyên Iraqê yekem roja Cejna Remezanê ye û nimêja cejnê li bajarên Necef, Kerbela û Bexdayê tê xwendin.
Ji aliyê din ve, li bajarên Kerkûk û Xaneqînê jî ku hejmarek ji kurdên şîe mezheb lê dijîn, îro wek yekem roja Cejna Remezanê hatiye destnîşan kirin.
Tevahiya Kurdistanê û sûneyên iraqê jî duh yekemîn roja cejnê pêiroz kir. Di heman demê de welatiyan li bajarê Bexdayê gilî dikirin ku rengê cejnê bi bajar ve ne diyar e.
Herwha Îro li Îranê jî bi fermî, yekem roja Cejna Remanzanê ye û nimêja cejnê li Tehranê ji aliyê Rêberê Îranê Elî Xamineyî ve tê xwendin.
Ev yek jî di demekê de ye ku duh li beşeke zêde yê bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî wek yekem roja cejnê bû.
Ji aliyê din ve, îro li hin welatên din yên îslamî jî yekem roja cejnê ye.
Li welatên weke Hindistan, Malêzya û Umanê, cejn îro dest pê dike.
Li Hindistanê, ku hejmareke mezin a musilmanan jiyan dikin, nimêja cejnê li bajarê New Delhî, hate xwendin.
Rudaw
